Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Oparasyonekî serkevtiye Îsraîl, bo xelaskirina 4 barmteyên destê Hemasê de

12:51 - 9 Hezîran 2024

Artêşa Îsraîl 4 kes ji Barmteyên ku ji aliyê Hemasê ve li 7 ê oktobrê de hatibûne revandin, rizgar kirin.

Gorî rapora hêza taybet a Artêşa Îsraîl, li oparasyonekî taybet de, li navenda Xezê karîn 4 kes ji barmteyên destê Hemasê de rizgar bikin û bi hilîkoptêrekê derbasî Tilawivê bikin.

Hevdem digel vê oprasyonê bo xelaskirina wan 4 barmteyan, êrîşekî gira a esmanî û bejayî ya Artêşa Îsraîl bo ser girûpa Hemasê berdewam bû û gorî daxuyaniya Îsraîl, di vê êrîşê de pitir ji 55 kes ji çekdarên Hemasê hatine kuştin.

Deshilatdarên Îsraîlî, wek serkomar û serokwezîr û yên din, ev oprasyona hêza taybet a Artêşa Îsraîl bi serkevtinekî mezin binav kirin.

Bi naybençîtiya welatên Erebî û Amerîka û rojavayî û netewên yêkbûyî, Îsraîl gelek cehd kir ku bi şertê berdana barmteyan ji aliyê Hemasê ve, ev jî dê şer û êrîşa bo ser Xezê bisekininîne, lê heya niha jî Hemas bi çi awayekê naçê jê barê şert û mercan û her carê bi hêcetekê wan cehdan beta dike.

Li hember de Îsraîl jî biryar daye heya ku kite barmteyek li destê Hemasê de mabe, dest ji çi tiştekê naparêze.