Bi sedema nebûna ewlehiya kar û herwisa nebûna alavên hewce bo xweparsatina kedkaran li dema qewimîna bûyeran, li rojekê de 18 kedkar birîndar bûne.
Pêka rapora “HRANA”yê, 18 kedkar li bajarên “Torqebe, Takistan û Qezwîn”ê de bi sedema bûyerên kar birîndar bûne ku yek ji wan karmendekî temirandina agir e û nebûna ewlehiyê li cihê karkirinê, nebûna alavên hewce bo xweparastina kedkaran li dema qewimîna bûyeran û herwisa berçavnegirtina yasayên parastina canê kedkaran ji aliyê girêbestkar û endazyaran ve, sedema qewimîna wan bûyeran û birîndarbûna kedkaran in.
Pêka rapora “HRANA”yê, 7 kedkar bi sedema agirpêketin li bajarê Torqebê li enbara xwarinan û cihê bêhnvedana kedkaran li vê xwaringehê de birîndar bûne.
Herwisa 3 kedkar li bajarê Takistanê de bi sedema herifîna ji dîwar birîndar bûne û li bajarê Qezwînê de jî 8 kedkar bi sedema agirpêketin li kompaniya çêkirina maşînan ya bi navê “Mayan” birîndar bûne.
Îranê li rêzbendiya ewlehiya kedkaran li pileya nizim a 102 li cîhanê de ye.