Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Kurdistan û Îranê, kombûnên nerizayetî hatine lidarexistin

10:34 - 10 Hezîran 2024

Malnişînkiriyan çendîn kombûnên nerizayetî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê lidar xistin.

Roja Yekşemî 20ê Cozerdanê, hejmarek ji malnişînkiriyên îdareya dabînkirina civakî li bajarê Kirmaşanê de  li rûberûyê bînaya vê îdareyê li bajarê Kirmaşanê de kombûna neizayetiyê lidar xistin û daxwaza pêregihîştin bi mafê xwe kirin.

Herwisa mamostayên malnişînkirî li bajarê Têhranê li beranber bînaya wezareta perwerde û hînkariya rêjîmê kopmbûna nerizayetiyê lidar xistin û pêka hinek zanyariyan kesek ê bi navê “Mistefa Robatî’ piştî beşdarbûn li vê kombûnê, li rêya zivirîn bo bajarê Şîrwan li Xurasanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin û bo ciheke nexuya hatiye veguhastin.

Malnişînkiriyên dabînkirina civakî jî, li vê rojê de li bajarên “Ehwaz, Têhran û Şûş”ê de li ber deryê îdareya dabînbkirina civakî li wan bajaran de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Herwisa malnişînkiriyên pîşeya Pola li bajarên “Têhran, Îsfehan û bajarekî parêzgeha Mazenderanê”, li ber deriyê bînaya sendûqa malnişinkiriyên pîşeya Pola li wan bajaran de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Herwisa li bajarê “Sawicbilax”ê ser bi parêzgeha Elborzî, wewrîgaran bi sedema qutbûna demdirêj a berqê û negihîştina ava hewce bo baxçeyên wan, li ber deriyê îdareya Berq a bajarê Sawicbulaxê, kombûna nerizayetiyê lidar xistin.