Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kak Mistefa Hicrî: Tepeserî û girtin û îşkencê nekariye îrade û bavera bilind a neteweyekî azadîxwaz bo geheştina bi rizgariyê lewaz bike

11:47 - 10 Hezîran 2024

Kak Mistefa hicrî Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî a Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, li derheq sepandina sizayê bidarvekirinê bi ser xelkê de piştî şorişa Jînayê peyamek belav kir.

Deqa peyamê wihaye:

Komara Îslamiya Îranê, bi dirêjiya deshilata xwesepêne xwe de, tepeseriya sîstimatîk bi dijî netewa Kurd û azadîxwazan girtiye bera xwe. Zêdebarî berdewamiya êrîşa hemî aliyane bo ser Kurdistanê, piştî serhildana Jîna yê û berxwedana xelkê Rojhilatê Kurdistanê, bo demekê jî li siyaseta tepeserî û sizadana xortên xebatkar û xwedî helwêste netewa me nesekiniye.

Dasepandina hikmê nerewaye sêdaredanê li bêdadgehan de, parek bûye ji vê siyasetê û li heyamê 2 salên derbasbûyî de, li deverên cuda cudaye Kurdistanê çendîn hikmê bidarvekirinê bi ser xortên Kurd de sepandine.

Yêk ji wan kesane Mihemed mehdî Keremî “ Komar” xelkê Bîcarê bû ku mixabin hikmê bi serde sepandiye wî, li Kerecê hate cîbicîkirinherwisa Riza Resayî, xelkê bajarê Sehnê û ji bavirmendên olê Yarî, Şahîn Wesaf xelkê bajarê Selmasê û Mihemed Xizirnejad, mamostayê olî xelkê bajarê Bokanê ku vê dawiyê hikmê sêdaredanê bi ser de hatiye sepandin, ji wan kesane ne ku gefa bidarvekirinê li ser wane.

Em daxwazê ji saziyên mafê mirov dikin ku bo hilweşandina hikmê sêdaredana wan kesane ku bi sûçê berevanî ji kerameta mirovî û mafê berheq, sizayê dijemirove mirinê bi ser wan de hatiye sepandin, cehda xwe bikin. Bê guman her wek dîrokê daye selimandin, tepeserî û girtin û îşkencê nekariye îrada bilind û bavera qahîmê neteweyekî azadîxwaz, bo gehiştina bi rizgariyê lewaz bike.

 

Mistefa Hicrî

Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî a Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

20 ê Cozerdana 1043 a Rojî