Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Yemenê de 31 kes ji hêzên spaha pasdaran a terorîst û Hizbullahê hatine kuştin

15:03 - 1 Hezîran 2024

Li operasiyona hevpar a Amerîka û Birîtaniyayê de bo ser Hûsiyên Yemenê  31 kes ji hêzên spaha pasdaran a terorîst û Hizbullaha Lubnanê hatine kuştin.

Pêka rapora “El-Erebiye” li operasiyona hevpar a Amerîka û Birîtaniyayê de bo ser Hûsiyên Yemenê li roja Pêncşemî 9ê Cozerdanê, 31 kes ji hêzên spaha pasdaran a terorîst û Hizbullaha Lubnanê ku li avêtina diron û mûşeakên Hûsiyan yên vê dawiyê de rol hebûne, hatine kuştin.

Heta niha spaha pasdaran a terorîst û milîsên Hizbullahê li vê derheqê de ti bertekeki ji xwe nîşan nedane.

Hûsiyên Yemenê bi alîkariya malî, cebilxane, zanyariyên bi roj û perwerdeya leşkerî ya rêjîma Îranê li ser gemîraniya li deryaya Sor, Babulmendeb, û kendava Yemenê, deryaya Eman û deryaya Hind de bûye gefek micid û li çend rojên derbasbûyî de gemiyeke hilgirê genim bo Îranê ji aliyê Hûsiyan ve bi 5 mûşekên balistîkî ku rêjîma Îranê bo wan şandibûn kirine armanc.