Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amrîkayê 4 navend û kesekê rêjîma Îranê bi lîstê dorpêçên Amerîka zêde kirin

15:14 - 1 Hezîran 2024

Wezareta Xezînedariya Amerîkayê bi belavkirina raporekê daye zanîn ku 4 navend û kesek bi sedema çalakî li bernameya dironiya rêjîma Îranê li lîstrê dorpêçên Amerîka bo ser rêjîma Îranê zêde kirine.

Ofîsa Kontrola Darayiyên Derve ya Wezareta Xezênedariya Amerêkayê bi belavkirina daxuyaniyekê li roja Înê 10ê Cozerdanê, daye zanîn ku kompaniya “Rayan Fen Kawendîş, Mêkatronîksê Kîş, Fenawerîhayê Hewa Pîşran a Sazê Sêpêhr û kompaniya Mirsad Muhacir” ji aliyê vê Wezareta Amerîkayê ve li lîstê dorpêçên Amerîka bo ser rêjîma Îslamiya Îranê hatine zêdekirin.

Pêka vê daxuyaniyê, “Efşîn Xwacê Ferd” yek ji birêveberê Saziya Pîşeya esmaniya rêjîma Îranê jî, li lîstê wan dorpêçan zêde kiriye.

Li vê daxuyaniyê de hatiye ku ew 4 kompaniye, digel kompaniya “Rayan Roşd Efzar” ku pêpştir li lîsteyê dorpêçan hatibû zêdekirin, li dabînkirina alavên hewce bo bernameya dironiya rêjîma Îranê de rol hebûne û bi vê sedemê li lîstê dorpêçan hatine zêdekirin.