Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li agirpêketin bi daristanên bajarê Pawê, 4 çalakvanên jîngehê birîndar bûn

22:37 - 10 Hezîran 2024

Li agirpêketin bi çêrîngeh û daristanên darên Berûyan li devera “Belebizan” a bajarê Pawê, heta niha 4 kes ji xwebexşên termirandina agir, birîndar bûne.

Piştî agirpêketina berfireh li çêrîngeh û daristanên bajarên “Pawe, Ciwanro û Selasa Bawecanî”, ku ji çend rojan berî niha ve dest pêkiriye, bi sedema rabûna ba û zêdebûna daran û bilindahiyê, her berdewam e û heta niha 4 kes ji xelkê xwebexş li temirandina agir, birîndar bûne.

Li agirpêketina berfireh li deverê “Merexêl” û “Belebizan”ê ser bi bajarê Pawê ku ji demjimêrên piştînîvro ya roja Sêşemî, 15ê Cozerdanê ve dest pêkiriye û tevî amadebûna berfireh a xelkê û girûpên Encumena Parastina Jîngeha a “Jîwa”yê, heta niha dehan hiktar ji çêrîngeh û daristanên berûyan ên wî bajarî şewitîne.

Herwisa û li vê derheqê de tevî cehdên berdewam ên çalakvanên parastina jîngehê, agirpêketin li çêrîngehên daristanî yên “Noil, Lurabî û Noxan”ê ser bi bajarê Ciwanroyê, berdewam e û berpaniyeke zêde ji çêrîngehên daristanî yên deverê bi sedema xemsariya berpirsên rêjîmê li agir de şewitîne.

Cihê gotinê ye ku bi sedema asêbûna deverê û nebûna alavên hewce bo kesên xwebexş, agirpêketinên li bajarên “Pawe, Selasa Bawecanî û Ciwanro”yê, dem bi dem berfirehtir dibin û heta niha, berpirsên rêjîmê ti pêngavek hilnegirtine.