Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li agirpêketina bi daristanên bajarê Pawê de, 4 çalakvanên jîngehê birîndar bûn

11:20 - 11 Hezîran 2024

Li agirpêketina bi çêrîngeh û daristanên li devera “Belebezan” a bajarê Pawê, heta niha 4 kes ji xwebexşên temirandina agir, birîndar bûne.

Piştî agirpêketina berfireh li çêrîngeh û daristanên bajarên “Pawe, Ciwanro û Selasa Bawecanî” ku ji çend rojan berî niha ve dest pêkiriye, bi sedema rabûna ba û zêdebûna daran û bilindahiyê, her berdewam e û heta niha 4 kes ji kesên xwebexş birîndar bûne.

Li agirpêketina berfireh li deverê “Merexêl” û “Belebezan”ê ser bi bajarê Pawê ku ji piştînîvroya roja Sêşemî, 15ê Cozerdanê ve dest pêkiriye û tevî amadebûna berfireh a xelkê û girûpên Encumena Parastina Jîngeha a “Jîwa”yê, heta niha dehan hiktar ji çêrîngeh û daristanên darên berûyan ên wî bajarî şewitîne.

Herwisa û li vê derheqê de tevî cehdên berdewam ên çalakvanên parastina jîngehê, agirpêketin li çêrîngehên daristanî yên “Noêl, Lurabî û Noxan”ê ser bi bajarê Ciwanroyê, berdewam e û berpaniyeke zêde ji çêrîngehên daristanî yên deverê bi sedema xemsariya berpirsên rêjîmê li agir de şewitîne.

Bi sedema asêbûna deverê û nebûna alavên hewce bo kesên xwebexş, agirpêketinên li bajarên “Pawe, Selasa Bawecanî û Ciwanro”yê, dem bi dem berfirehtir dibe û heta niha, berpirsên rêjîmê ti pêngavek hilnegirtine.