Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li parêzgeha Sinê de zêdetir ji 2 hezar û 500 xwendingehan hewcehî bi nûavakirinê hene

11:24 - 11 Hezîran 2024

Zêdetir ji %20 a xwendinêgehên parêzgeha Sinê anku zêdetir ji 2 hezar û 500 xwendingeh bi sedema rizîbûnê, hewcehî bi nûavakirinê hene.

Pêka amarekê ku “Îbrahîm Muradî” birêveberê giştî yê nûjenkirin, geşedan û dabînkirina xwendingehên parêzgeha Sinê belav kiriye, %20 a xwendinêgehên parêzgeha Sinê hewcehî bi nûjenkirinê hene û zêdetir ji 2 hezar û 500 xwendingeh bi sedema rizîbûnê hewcehî bi herifandin û jinû ve akirinê hene.

Navbirî gotiye ku li demsala derbasbûyî ya xwendinê de zêdetir ji 300 hezar dersxwan li 12 hezar û 700 polên waneyan li nêzî 3 hezar xwendinhgehan de dewreya waneyên xwe derbas kirine.

Bi berçavgirtina vê amarê, bi tenê nêzî 500 xwendigehên bi wec li vê parêzgehê de hene û yên din hewcehî bi nûjenkirin an nûavakirinê hene. 

Herwisa navbirî îtiraf kiriye ku vê parêzgehê hewcehî bi avakirina xwendingehên gelek zêdetir heye lê bûdceya diyarîkirî bi qasa hewce nîne û dahata parêzgehê jî bi qasekê nîne ku bo vê yekê bê xerckirin.