Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê sizaya bidarvekirina mamosta Mihemed xizirnijad hilweşand

11:30 - 11 Hezîran 2024

Dadgeha rêjîma Îranê ku cezayê bidarvekirin û 16 sal girtîgeh bi ser mamostayê Olî “Mihemed Xizirnijad” de sepandibû, berteknîşandana xelkê Kurdistanê li pey xwe anî û rêjîmê li jêr givaşa raya giştî de ew sizaye hilweşand û hikmê bidarvekirinê şikand bo girtîgeha hetahetayî.

Rêjîma Îranê sizaya bidarvekirina mamostayê Olî “Mihemed Xizirnijad” ê xelkê bajarê Bokanê, hilweşand û sizaya girtîgeha hetahetayî bi ser de sepand. Ew mamostayê Olî yê temen 45 salî li 2ê Xezelwera 1401 a Rojî digel kurê xwe li pêvajoya şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê de ji aliyê hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê ve bi awayekî hovane, hatibû binçavkirin.

Mamosta “Mihemed Xizirnijad” bi tohmetên wek “mufsidê fîl erz, derbelêdan bi serbexoyiya Îranê û proipaganda li dijî rêjîmê” ji aliyê dadgeha rêjîmê li bajarê Urmiyê, sizayê bidarvekirin û 16 sal girtîgeh bi ser de sepandibû û ew sizaye li taya 41 a dadgeha bilind a rêjîmê ve hatibû erêkirin.

Bi sedema li peyketin û givaşên navxwe yên mamostayên olî û aliyên siyasî bi ser rêjîma Îranê, vê rêjîmê ew cezaye hilweşand û girtîgeha hetahetayî bi ser de sepand.

Rola ragihandin û gişavxistina xelkê û aliyên siyasî li guherîna vê sizaya sepandî rohn û eşkere ye.