Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema Agirpêkevtina li karxana berhemanîna Lastîkan de nêzî 100 kesî birîndar bûn

11:36 - 11 Hezîran 2024

Karxana Lastîksaziya li ser riya Şehriya nêzî bajarokê Seidabada Têhranê, Agir pêket û nêzî tewawî karxanê şewitî û ji nav ço.

Bi sedema Agirpêkevtina li karxana çêkirina Lastîkên Maşînan li nêzî bajarê Têhranê, pitir ji 90 kes ji karkerên wê karxanê jî bi sedema şewtîn di nava Agir de û herifîna bînaya karxanê birîndar bûne ku gorî gotina serokê saziya urjansa Têhranê halê piraniya wan birîndaran xirabe û bo nexweşxanê hatine veguhestin.

Ev agirpêkevtine roja derbasbûyî bi sedemê nexûya qewimiye û xisarekî zaf li pey xwe aniye.

Dema Agirpêkevtinê piştî çendîn demjimêran maşînên îtfaye anku Agir temirandinê geheştinê cihê bûyerê, ev Agir bi çendîn demjimêran berdewam bû, û kirêkaran bi destê betal cehda kontirol kirin û temirandina Agir didan.

Nêzî 90 kes ji kirêkaran jî ku di nava Agir birîndar bibûn, bi sedema nebûna Ambolansan, bi maşînên taybete xelkê bo nexweşxana hatne veguhestin.