Xwendikareke Keç bi navê Sumeye Şefîeî xelka bajarê Sinê ku xwendikara rişta pizişkî ku li Têrma dawiyê bû, li Zankoya Zanista Pizişkî a Sinê, bi sedema gef û givaşên berdewame Mudîr û serokê Zanîngeha Bêhdaştê dest havête xwekujiyê.
Gorî rapora Hengavê, Roja Duşemiyê 21ê Cozerdanê, Sumeye Şefîeî temen 24 salî, xwendikara rişta Bêhdaştê, bi sedema gef û givaşên berpirs û serokê Zankoyê, bi armanca xwekujiyê li bilindahiya bînayekê ve xwe havête xwarê.
Gorî gotina yêk ji xwendkarên wê Zanîngehê, Sumeye Şefîeî li ser dewra karamûziya rişta Bêhdaşê, piştî ku digel serokê Zanîngehê kevte nîqaşê, serokê Zankoyê gef jê xwarin ku dê ji xwendinê bêpar bike û ji Zankoyê derêxe û çend roj bû ku ji aliyê berpirsên Zankoyê ve kevtibû ber gef û givaşan, lewra dest havête xwekujiyê û bi xwe havêtina ji bilindahiya saxtiman, cehd kir ku dawî bi jiyana xwe bîne.
Sumeye Şefîeî bi armanca lêkolîna pizişkî bo nexweşxanê hate veguhestin û gorî zaniyariya rewşa vê gelek xirabe û cihê nîgeraniyê ye.