Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şêwreya Ewlehî ya Saziya Netwên Yekgirtî biryarnameya agirbesta li Xezê pesend kir

11:46 - 11 Hezîran 2024

Pêşniyara Amerîka bo agirbesta Xezê li Şêwreya Ewlehî ya Saziya NetewênYekgirtî de bi tevahiya dengan  hate pesendkirin.

Roja Duşemî 21ê Cozerdanê, Şêwreya Ewlehî ya Saziya Netewên Yekgirtî bi 14 dengên “Erê” û dengê “Bêalî” yê Rûsiuyê, biryarnameya pêşniyarkirî ya Amerîkayê bo sekinandina şer li Xezê pesend kir û bi vê pêkê daxwaz ji Hemasê tê kirin ku bernameya 3 qonaxî ya Amerîkayê erê bike.

Li vê derheqê de Wezîrê Derve yê Amerîkayê li serdana welatê Misrê de li bajarê “Qahirê” de rû bi rêberên deverê got: “Bo gihîştin bi agirbestê divê hûn givaşê bêxin ser Hemasê”.

Pêka vê biryarnameyê, qonaxa yekem, azadiya tevahiya barimteyên li destê milîsên Hemasê, zivirandina termên kuştiyan û veguherîna girtiyên Felestînî, paşvekîşana hêzên îsraîl ji deverên Xezê, zivirîna xelkê bo cihê jiyana xwe û dabeşkirina ewleh a alîkariyên mirovî bi şêwazeke berfireh li seranserê xezê li xwe digre.

Li qonaxa duyê de bi lihevkirina herduk  aliyan bo dawîhatina hertim bi dijayetiyan li hember azadiya tevav a barimteyên li destê Hemasê ku li Xezê de mane û derketina tevav a hêzên Îsraîlî ji Xezê li xwe digre.

Qonaxa sêyemê de jî destpêka bernameyke avedankirin a çend sale bo Xezê û zivirandina termê hemû barimteyan û radestkirina wan bi malbatên wan e.