Tevî hemû şermezarkirinan, saziya Netwên Yekgirtî, rêûresmek bo rêzgirtin ji bikujê xelkê û cinayetkarê rêjîmê “Îbrahîm Reîsî” bi rê ve bir, nêzî bi tevahiya nûnerên welatan, li vê rêûresmê de beşdarî nekirin.
Roja Pêncşemî 10ê Cozerdanê, li salona giştî ya Saziya Netewên Yekgirtî de rêûresmek bo rêzgirtin ji “Îbrahîm Reîsî”, serkomarê mirî yê rêjîma Îranê ku li bidarvekirin û îşkencekirina hezaran kesî de li Îranê rola rasterast û bingehîn hebûye, hate lidarxistin.
Ew rêûresme ku ji aliyê berpirsê Saziya Netewên Yekgirtî ve hatibû lidarxistin, ji aliyê piraniya welatan û nûnerên wan li vê saziya navnetewî de bi tundî hate şermezarkirin û salona rêzgirtinê vala bû û nûnerê wan welatan beşdarî li vê rêûresmê de nekirin.
“Îbrahîm Reîsî” bi celadê Têhratê tê naskirin û endamê “Heyeta Merq” a rêjîma Îranê bû ku hezaran girtiyên siyasî li heyama çend heyvan de li sala 1367 a Rojî de bidarvekirin û li sizadan, işkencekirin û bidarvekirina neraziyan li salên “1398 û 1401” a Rojî û salên paştir de rol hebû.
Birêveçona vê rêûresmê ji aliyê saziyên mafê mirovî û çalakvanên medenî ve bi tundî hate şermezarkirin.