Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kangeha zêr a Teftanê ji aliyê xelkê deverê ve hate daxistin

10:54 - 12 Hezîran 2024

Tevê hemû cehdên xelkê bo sekinandina kawilkariyên kar li kangeha zêr a Teftanê, rêjîma Îranê hemû daxwaziyên xelkê piştguh avêtin, lewma xelkê deverê neçar man bo rizgarkirina deverê ji kawilkariyan, kangehê dabixin.

Pêka rapora Halveşê, roja Sêşemî 22ê Cozerdanê, tevî hemû cehdên xelkê û nîşanda nerizayetiya xwe li hember kawilkarî û pîskirina devera û karesata jîngehî li quntara çiyayê Teftanê, rêjîma Îranê ti pêngavek bo bersivdan bi wan nerizayetiyan ji xwe nîşan neda, lewma xelkê Belûç ên deverê bi hevkariya hev ew kangeha zêr daxistin.

Xelkê devera Teftanê çendîn caran ragihandine ku kar li vê kangeha zêr, bûye sedema jinavçona jîngehê, çikbûna kaniyên avê, çalakbûna burkana Teftanê, bilindbûn û belavbûna toz û çendîn pirsgirêkên din û herwisa kangeha zêr a Teftanê ti qazancek bo xelkê nîne û bi eşkere tê talankirin.

li çend hefitên derbasbûyî de xelkê deverê û nûnerên wan bo nîşandana nerizayetiya xwe li talankirina kangeha zêr a Teftanê, bendava “Batile”yê daxistibûn û daxwaza bersivdana berpirsan li derheq destdanîn bi ser zewî û erdê xelkê û xisarên pêketî bi dever, jîngeh û berjewendiya xelkê li encama kar li kangehê de kiribûn.

Rêjîma Îranê bo talankirina zêdetir û lezgîntir, tevahiya deverê têk daye û bi çêkirina hejmareke zêde ji rêyan, daristanên quntara Teftanê ji nav birine û darên çendîn sale ji binî ve derxistine û çavkaniyên avê çikandine û zêrên kangeha Teftanê talan dikin û ti qazanc û dahateke vê kangehê bo xelkê deverê û parêzgeha Sîstan û Belûçistanê nîne.