Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qewimîna bûyerên tirafîkê bûne belayekî rojaneye xelkê

12:03 - 15 Hezîran 2024

Bi sedema xirabiya rêyên li navebra deverên ser bi bajarê Urmiyê, rojane dehan bûyerên tirafîkê diqewimin û xisara canî û malî digehe xelkê.

Pêka girte vîdyoyên belavbûyî, roja Înê 25ê Cozerdanê li rêya navnetwî ya Sêro bo sînorê Tirkiyê, de du maşînan lihev daye û çendîn kes li vê bûyerê de birîndar bûne ku bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Urmiyê hatine veguhastin.

Herwisa li devera Sîlwana a ser bi bajarê Urmiyê de jî li 2 bûyerên cuda de, 2 maşîn ji rê derketine lê heta niha amara birîndar an canjidestdana li wan du bûyeran de belav nebûne.

Pêka girte vîdyoyên belavbûyî, maşînek li nêzî gundê Zêwe ser bi devera Mirgever û herwisa maşînek li geliyê “Bênar”ê de li vê deverê ji rê derketine.

Rêyên derdora bajarê Urmiyê bi sedema standarnebûnê, berçavnegirtina standardên çêkirina rê û pêrenegihîştina îdareya rê, tejî kendal û kor in û gelek caran şogêr bo derbasbûn ji wan kendalan rastî bûyeran tên ku heta niha çendîn kuştî û birîndar li pey xwe anîne, lê heta niha berpirsên pêwendîdar ên rêjîmê ti cehdek bo tejîkirina kendal û korên li ser rê û danîna tabloyên treafîkê, nedane.