Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mafên Sendîkayî li Îranê nayê parastin

12:04 - 15 Hezîran 2024

Konvansiyona Navnetewî ya Sendîkayên kedkarî bi belavkirina raporekê da zanîn ku mafên Sendîkayî li Îranê de nayêne parastin û ew rastî îşkence, girtin ê îtirafên bi zorê tên.

Konvansiyona Navnetewî ya Sendîkayên kedkarî bi belavkirina rapora sala 2024 a Zayînî, li derheq Îranê de belav kiriye ku Îran yek ji wan welatan e ku birêveçona mafên sendîkayî ti garantiyek nîne û nayê berçavgirtin û berpirsên rêjîma Îranê dest bi tepeserkirina mamostayan û çalakvanên wan ên sendîkayî kirine.

Herwisa li vê raporê de îşare bi cehdên rêjîma Îranê bo neçarkirina mamostayan bi destberdan ji kar û çalakiyên sendîkayî, bêparbûna mamostayên binçavkirî ji dermanên hewce û herwisa azardana malbatên wan kiriye.

Herwisa li vê raporê de bi aşkere hatiye ragihandin ku çalakvanên sendîkayî yên mamostayan rastî dijwartirîn binpêkirina mafên wan ên siyasî û bingehîn ên wek tohmetên çewt, bêparkirin ji yasayên dadwerî, bêparbûn ji parêzer û îşkencekirin bi armanca îtirafkirina bi zorê hatine.

Pêka vê raporê niha 44 kes ji birêveber û endamên Şêwraya Hevahengî ya Sendîkaya Mamostayên Îranê bi sedema çalakiyên sendîkayî û bi awayekî xoserane, binçavkirî ne.