Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi cehda xelkê û jîngehparêzan agir li devereke Rojhilatê Kurdistanê hate temirandin

12:06 - 15 Hezîran 2024

Bi keda bê rawestan a xelkê xwebexş ên çend gundan û herwisa cehda çalakvanên jîngehparêzî, agirê dubarehilkirî li devera “Wîşkenan” a bajarê Pawê, hate temirandin.

Xelkê gundên “Zerdoyî û Dûdwan”ê bi hevkariya çalakvanên jîngehparêz ên “Jîwa”ya bajarê Pawê û hejmareke din ji kesên xwebexş, karîn li êwara roja Înê agirî dubarehiklkirî li daristan û çêrîngehên Wişkenan” a ser bi bajarê Pawê bi tevawî, bitemîrînin.

Agirê li vê daristanê bi keda xelkê û jîngehparêzan 3 rojan berî niha hatibû temirandin lê li careke din û dubare agir bi vê daristanê hatibû berdan.

Piştî destpêkirina demsla germayê li Rojhilatê Kurdistanê, pêlek ji agirberdan bi çêrîngeh û daristanan dest pê kiriye ku armanc, kawilkirin û jinavbirîna jîngeha Kurdistanê ye, lê xelkê xwedî helwîst ên deverên Rojhilatê Kurdistanê û herwisa çalakvanpên jîngehparêz ên encumenên jîngehparêzî, hewlên micid bo temirandina wan agiran didin û beşeke zêde ji agiran heta niha hatine temirandin lê rêjîma Îranê bi rêya kesên bi kirêgirtî û hinek kesên qazancxwaz, bi berdewamî cehda agirberdan bi wan daristan û çêrîngehan dide.