Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêberên G7ê huşdarî dane rêjîma Îranê

12:08 - 15 Hezîran 2024

Rêberên girûpa G7 li derheq meyandina Uraniyom û çalakiyên kawilker li Rojhilata Navîn, huşdarî dane rêjîma Îslamiya Îranê û tekezî kirine ku bi ti awayek nabe rêjîma Îranê çeka navkî bi dest xwe ve bîne.

Nûçegihaniya “Asoşêytêd Pirês” bi belavkirina raporekê li roja Înê 25ê Cozerdanê, daye zanîn ku rêberên Girûpa G7 bi tekezî gotine: “Ti hêcetek bilî hêceta leşkerî bo bernameya navkî ya rêjîma Îranê nîne û bi ti awayekê nabe ku destê wê rêjîmê bigehe çeka navkî an geşê bi bernameya xwe ya navkî bide.

Hûşdariya rêberên G7 li halekê de ye ku rêjîma Îranê li berteka biryara Şêwreya Hukam a Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî, bi lezgînî alavên santrîfiyûjên “IR6” li binkeya navkî ya “Fordo” de danîne.

Herwisa rêberên girûpa G7, li beşeke daxuyaniya xwe de ragihandine ku hekî rêjîma Îranê mûşekên balistîkî û teknolojiya taybet bi wan, bo Rûsiyê veguhaze, amade ne ku “lezgîn û hevaheng” kar bikin ku “karên nu û girîng” dê li xwe bigre.

Herwisa li vê daxuyaniyê de bi tekezî hatiye îşarekirin ku hekî rêjîma Îranê dest ji çalakiyên kawilker û kiryarên alozker li Rojhilata Navînde bernede, dê amade bin ku biryara dorpêçên nû li ser rîjîma Îranê bidin.

Herwisa girûpa G7 azardana xelkê Îranê, binçavkirinê xoserane bi taybet kesên biyanî an du nasnameya Îranî- biyanî, ji aliyê rêjîmê ve bi tundî şermezar kir û ragihand ku bi ti awayekê vê yekê ji rêjîma Îranê qebûl nakin.