Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêzdar Mistefa Hicrî bi hilkefta cêşna Qurbanê peyamek belav kir

09:40 - 16 Hezîran 2024

Rêzdar Mistefa Hicrî, Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta cêşna Qurbanê peyameke pîrozvahiyê belav kir.

Deq peyamê wiha ye:

Cêşna Qurbanê, hilkefta pîroz a Misilmanên cîhanê, li hemû xelkê îmandar û bawirmendên Kurdistan û Îranê pîroz be.

Mixabin li demekê de xelkê Misilmanê Kurdistan û Îranê yada vê hilkeftê pîroz dikin ku hikûmeta serexo, li jêr navê ol û îdeolojiya wilayeta feqîh de, maf û kirameta Misilmanan û bawirmendên olên din jî binpê dike. Encama hukumdariya vê desthilata dije mirov, tundûtîjî û serkuta hemûalî ya azadîxwazan û zewtkirina mafê jiyanê bûye. Lewma hewce ye ku hemû netewên bindest û azadîxwaz, bo avakirina paşerojeke dûr ji çewsandinê, refên xebata xwe li dijî vê rêjîmê, qahîmtir bikin.

Cêşna we pîroz be!

Mistefa Hicrî

Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

26ê Cozerdana 403 a Rojî