Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Birêveberiya Giştê ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li derheq azakirina bikerê tawanên mezin, Hemîd Nûrî, daxuyaniyek belav kir

11:37 - 16 Hezîran 2024

Azadkirina Hemîd Nûrî, bikerê tawanên mezin û yek ji berpirsên Komara Îslamiya Îranê, ji aliyê welatê Swêdê ve, cihê şermezariyê ye û vê bi biryareke narewwa dizanin.

Belavbûna nûçeya azadkirina Hemîd Nûrî ku bi tawana komkujî û bidarvekirinên bi kom a girtiyên siyasî li Havîna sala 1367 a Rojî de karbidest û dadyarê girtîgeha “Goherdeşt a Kercê bû, cihê heyrîman û kiryareke nemirovî ye.

Hemîd Nûrî, bi zêdenavê “Hemîd Ebasî”, li tawana bidarvekirina bi kom a sedan û hezaran girtiyên siyasî û dijberên rêjîma komara Îslamî de beşdar bû û piştre ji aliyê dezgeha dad a Swêdê ve biryara girtîgeha hetahetayî li ser hatibû dan, li hember azadkirina du barimteyan ên bi navên  “Yûhan Filodrûs û Seîd Ezîzî” yên xelkê Swêdê, hate azadkirin û radestî rêjîma tawan a komara Îslamiya Îranê hate kirin.

Bi vê sedemê, em tevî nîşandana bêzariya xwe ji vê biryara nadadperwerane ya dewleta Swêdê, daxwaz ji civaka navnetewî û navendên mafê mirovî dikin ku li derheq vê danûstandina rêjîma mirovkuje komara Îslamiya Îranê û dewleta Swêdê, bêhelwîst nebin

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

Navenda Birêveberiya Giştî

26ê Cozerdana 1403 a Rojî