Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hemîd Nûrî digel du girtiyên xelkê Swêdê li Îranê hate veguherîn

01:04 - 17 Hezîran 2024

Li veguherîna çend girtiyan li navbera Îran û Swêdê de Hemîd Nûrî yê dadyarê berê yê Dadstanê dezgeha dad a rêjîma Îranê li hember azadkirina “Yûhan Filodrûs û Seîd Ezîzî” de hate azadkirin.

Piştî nîvro ya roja Şemî 26ê Cozerdanê, Kazim Xerîbabadî, cihgirê navnetewî yê dezgeha dad a Îranê li torên civakî de ragihand ku Hemîd Nûrî, dadyarê berê yê dadstanê girtîgeha goherdeştê ku li Swêdê de hatibû dadgehîkirin û hatibû girtin, hatiye azadkirin û vedigere Îranê.

Hevdem nûçegihaniya fermî ya Ommanê ragihand ku bi navbendçîtiya wî welatî, Îran û Swêd li ser azadkirina hevpar a wan binçavkiriyan rêk kevtine.

Vê nûçegihaniyê ragihand ku girtiyên li wan 2 welatan, îro li Têhran û Stokholmê de bo welatê wan hatine veguhastin.

Çend xulekan piştî belavbûna vê raporê, Serokwezîrê Swêdê ragihand ku du hevwelatiyên wî welatî yên bi navên “Seîd Ezîzî û Yûhan Filodrûs” ku li Îranê de hatibûne binçavkirin, hatine azadkirin û li demek nêz de dê vegerin nav malbata xwe.

Hemîd Nûrî li dema bidarvekirinên li sala 1367 de bi zêdenavê Hemîd Ebasî, dadyarê dezgeha dadweriya rêjîma Îranê li Goherdeştê de bûye û ji aliyê  sikalakerên taybet ve bi hebûna rol li kuştina girtiyên siyasî û olî û endametî li heyeta merg de bi tawanbar hatiye naskirin.

Hemîd Nûrî li heyva Xezelwera sala 2019 li balafirxaneya “Arlanda” ya Swêdê de bi tawana hebûna rola navbirî li kuştinên bi kom de hatibû binçavkirin.

Rêjîma Îranê bo azadkirina Hemîd Nûrî û zivirandina wî bo Îranê gelek cehd kirin û bo vê armancê jî dîplomateke Swêdî yê bi navê “Yohan Filodrûs” bi tohmeta sîxurîkirin bo Îsraîlê bi barimte girtibû û daxwaz kiribû ku digel Hemîd Nûrî veguherin.