Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rafaêl Girûssî: “Lihevkirin digel Îranê êdî ti wateyek nîne”

12:54 - 17 Hezîran 2024

Birêveberê Giştî yê Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî li hevpeyvîneke rojnamevaniyê de ragihand: “Lihevkirina navkî digel Îranê êdî bê wate bûye û êdî ti kesek pêbendê vê nîne”.

Roja Dûşemî 28ê Cozerdanê, Birêveberê Giştî yê Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî “Rafaêl Girûssî” li hevpeyvîneke rojnamevaniyê de rojnameya Rûsiyê ya bi navê  “Îzvêstiya” yê de ragihand: “Bi hizra min, me hewcehî bi zivirîn bi dîplomasiyê heye, me beranmeyeke giştgîr a hevpar hebû, lê niha bi tenê li ser kaxezê maye û ti wateyek nîne, ti kes vê bi rê ve nabe û pêbendê vê nemaye”.

Herwisa “Rafaêl Girûssî” ragihand: “Bo lihevkirineke nû divê Îranê îznê bi lêkolerên Ajansê bide ku li navendên navkî de lêkolînan bikin”.

Navbirî rû bi berpirsên pêwendîdar ên rêjîma Îranê got: “Ez bi hevkarên xwe yên Îranî re dibêjim ku divê herî kêm, destpêregihîştina Ajansê bi navendên navkî yên Îranê bo alîkarîdan bi zivirîna bo lehevkirina nû yan her cure lihevhatinekê, garantî bikin. Nabe senaroya Koreya bakûr dubare  bibe, ew jî li halekê de ku rohn bûye, hemû hewl û danûstandinên li wan çend dehikan, bê qazanc û bê encam bûne”.

Rêjîma îranê li berteka biryara Şêwereya Hulam a Ajansa Navnetewî yqa Wizeya Navkî de alavên santrifiyûjên pêşkevtî li binbkeyên navkî yên “Netenz û Fordo”yê de danîne û asta meyandin û qasa tîratiya wan meyandinan nexuya ye.