Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê çend kes û navend li lîstê dorpêçên bo ser Hûsiyên Yemenê, zêde kirin

11:06 - 18 Hezîran 2024

Wezareta Xezînedariya Amerîkayê bi belavkirina raporekê daye zanîn ku 2 kes, û 5 navenên dabînkirina malî bo Hûsiyên Yemenê li listê dorpêçan zêde kirine herwisa kesek, kompaniyek û gemiyek jî li wî lîstî zêde kirine.

Ofîsa Kontrola Darayiyên Derve ya Wezareta Xezînedariya Amerîkayê li roja Dûşemî 28ê Cozerdanê ragihand ku 2 kes, 5 navenên dabînkirin û hêsankariyên malî bo Hûsiyên Yemenê bo kirîna çek û cebilxane, li lîstê dorpêçan zêde kirine û pêka daxuyaniya malpera Wezareta Derve ya Amerîkayê, kesek din û herwisa kompaniyek û gemiyeke din jî li wî lîstê dorpêçan, zêde kirine.

Li daxuyaniya Wezreta Derve ya Amerîkayê de hatiye, ew gemiye li veguhastina tiştan bo dabînkirina malî ya kirîna cebilxaneyan bo Hûsiyên Yemenê dihate bikaranîn.

Li rapora Wezareta Xezînedariya Amerîka û herwisa daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê de navê wan kesan û navend û kompaniyan nehatiye belavkirin.

Hûsiyên Yemenê pêka siyaseta rêjîma Îranê, cebilxane, piştevaniya malî û zaniyariyan, tevî kawilkirina Yemenê, xelkê Yemenê dide kuştin û xelkê Yemenê rastî çendîn kirîzên mirovî û aborî kirine.

Rêjîma Îranê bi siyaseteke wiha Xeze bi rêya şerxwaziyên Hemasê da kawilkirin û renge ew siyaseta rêjîma Îranê li Lubnaê û Yemenê de jî dubare bibe.