Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê serokê girûpeke çekdar a ser bi rêjîma Îranê li Îraqê li lîstê dorpêşan zêde kir

11:07 - 18 Hezîran 2024

Wezareta Derve ya Amerîkayê berpirsê milîsên “Ensarul Ewfiya” ya Îraqê bi sedema beşdariya hêzên wan li êrîşên bo ser hêzên hevpeymanan, li lîstê nû yê dorpêçan zêde kir.

Wezareta Derve ya Amerîkayê roja Sêşemî 29ê Cozerdanê bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku “Heyder Xerrawî” yê serokê “Ensarul Ewfiya” ya Îraqê bi sedema beşdarî û hebûna rola wan li êrîşên bo ser hêzên Hevpeymaniya Navnetewî ya li dijî “DAÎŞ”ê li Îraqê û Sûriyê, xistine nav lîstê girûpên terorîstî.

Heyamek bû ku milîsên ser bi rêjîma Îranê li Îraq û Sûriyê de hêzên Amerîka û Hevpeymaniya Navnetewî ya li dijî “DAÎŞ”ê dikirin armanc lê piştî êrîşên Amerîka bo ser binkeyên hejmarek ji wan milîsan û kuştina çendên berpirsên wan û huşdarîdan bi berpirsên Îraqê bi taybet Heşda Şeibî, ew êrîşane hatine sekinandin û fermandeyê spaha Quds a rêjîma Îranê jî çendîn caran serdana wan milîsan kiriye.

Çend rojekan berî niha Amerîka daxwaz ji hevwelatiyên xwe kiribû ku bi sedema nebûna ewlehî û tevlîhewiya rewşa Îraqê, serdana wî welatî anku Îraqê nekin.