Welatiyekî Kurd yê bi navê Hadî Xunçedûst xelkê bajarê Bane, bi sedema teqîna mînên paşmayên şer bi dijwarî birîndar bû, piştî veguhastin bo navendên dermanî canê xwe ji dest da.
Li gorî nûçeya Rêkxirava Mafê mirove Hengawê, roja Duşemî 28ê Cozerdana 1402 a Rojî, Hadî Xunçedûst temen 36 salî û xelkê gundê Zile ya ser bi bajarê Bane, bi sedema paşmayên teqemeniyên şerê 8 sale ya di navbera Îraq û Îranê canê xwe ji dest da
Herwisa Hengawê ragehand, Hadî Xunçedûst ku bavê 3 zarokan bû, li dema destlêdan bi mîn û guleyên topê yên şer tûşê vê rûdawê bûye û bo nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî a bajarê Bane hatiye veguhastin lê bi sedema kurahiyan birînên xwe canê xwe ji dest daye.