Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên garda taybet a rêjîmê rêgirî ji keyfxweşiya xelkê bo serketina tîmeke fûtbalê kirin

10:34 - 2 Hezîran 2024

Serketina tîmeke fûtbalê li bajarê Têhranê bû sedem ku beşek ji xelkê çend bajaran li ser şeqaman keyfxwşiya xwe bidin xuya lê hêzên garda taybet a rêjîmê, cehda rêgirîkirin ji keyfxweşiya xelkê kirin.

Ev leyîza Futbolê ku hevdem bû digel Salvegera mirna Xumêynî, hêzên rêjîmê haydarî dabûne xelkê ku nabe bi çi hêcetekê li nava Istadyomê an derve şadî û keyfxweşiyê bikin, lê xelkê vêzarbûyî, bê guhdan serkevtina vê tîma Topanê kirne hêcet bi awayekî berfireh rijiyane ser şeqaman û kirne şadî û keyfxweşî.

Pêka girte vîdyoyên belavbûyî, piştî serkevtina tîma fûtbalê ya bi navê Pêrspolîs a bajarê Têhranê, beşek ji xelkê li bajarên wek Têhran kerec û parêzgeha Mazenderanê, rijiya ser şeqaman û keyfxweşiya xwe dane xuya lê hêzên hov ên tepeserker ên hêza întizamiya rêjîmê, cehda rêgirîkirin ji birêveçona şayî û keyfxweşiya xelkê dane.

Pêka wan girte vîdyoyan, hêzên hov ên garda taybet bi batûnan li xelkê dane û bi motorsîklêtan li nav xelkê de geriyane û li cihê kombûna xelkê de hêzên xwe cihgîr kirine û cehda rêgirîkirin ji birêveçona şayî û keyfxwçiya xelkê kirine.

Li piraniya taxê bajarê Têhranê, bajarê Kerecê û parêzgeha Mazenderanê de xelk rijiyane ser şeqaman û serketina tîma Pêrspolîsê pîroz dikin.

Rêjîma Îranê ku bi ti awayek amade nîne xelk bi şayî û keyfxweşiyê bijî, li hember her şayî û keyfxweşiyeke xelkê de disekine.