Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mamostayên Olî yê Belûç, şanoya hilbijartinê li Îranê baykot dikin

11:11 - 18 Hezîran 2024

Mamostayê Olî yê Belûç li nimêja cêjna Qurbanê de li berteka axaftinên Şêwreya bajarê “Goşt”ê ser bi bajarê Serawanê ku xelkê bo beşdarî li hilbijartinê de han dabûn, hilbijartin baykot kir.

Mamostayê Olî yê Belûç, “Mewlehî Ebdulhekîm Seyîdzade” li nimêja cêjna Qurbanê de li berteka Şêwreya bajarê “Goşt”ê ser bi bajarê Serawanê de ku xelkê bo beşdarî li hilbijartinê de han dabûn, hilbijartin baykot kir û ragihand ku xelkê Belûç û Misilmanên Sunnî, rastî cudatîdanîn û bêdadiyê hatine.

Navbirî li nimêja cêjna Qurbanê de ragihand ku Misilmanên Sunnî dê demekê biçne ser sendûqên dengdanê ku îdalet cihgîr be, li demekê de ku li heyeta zanîstî ya zanîngehan de bin, li birêveberiya parêzgeh û deshillatdariya Îranê de birêveber bin , bikarin bibin dadwerê dadgehan, cinayetkar û xwefiroşên xwedî rol li “Îna bixwîn a Zahidan û Xaş”ê de bêne bidarvekirin û cezadan, mizgevtên ku bi hêcetên çewt kawil kirin, ava bikin. Vê demê emê herine ser sendûqên dengdanê.

Pêka benda 115 a yasaya bingehîn û mercên ragihandî yên fermî yên rêjîma Îranê misilmanên Sûnî “Jin an mêr”nikarin bibin serkomar an rêber an serokê dezgehên “dadwerî, yasadanîn û birêveberi”yê, û heta Mewlewî Ebdulhemîd jî ew yasaya bingehîn a rêjîma Îslamiya Îranê cuda ji biryar û “Şerîeta Îslamê” binav kiriye.