Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serokwezîrê Îsraîl, kabîneya şer hilveşand

11:12 - 18 Hezîran 2024

Li halekê de ku kabîneya şer a Îsraîlê ji aliyê Serokwezîrê wî welatî ve hatiye hilveşandin, berpirsekî payebilind ê Hizbullahê ji aliyê dironeke Îsraîlî ve hate kuştin.

Serokwezîrê Îsraîl “Binyamîn Netanyaho” piştî destjikarberdana “Bênî Gants” û “Gadî Ayzenkot” ji kabîneya şer a Îsraîlê, ew kabîneye hilveşand û biryarên şer dê ji aliyê kabîneyeke biçûktir ve dê bê dan ew yeka li halekê de ye ku êrîşên Îsraîlê bo ser Hemas û Hizbullaha Lubnanê tundtir û berfirehtir bûne.

Artêşa Îsraîlê binkeyên Hizbullaha Lubnanê li devera “Eyterûn û Eyîta”yê kirine armanc û teqandin lê heta niha ti amarek ji xisarên canî û malî yên wan êrîşan belav nebûne.

Herwisa dironeke Artêşa Îsraîl li devera “Sel`a”yê de li başûrê Lubnanê, maşîna “Mihemed Mistefa Eyûb” ku li hêza rakêtî û mûşekî ya yekeya “Nasir” a Hizbullaha Lubnanê de berpirsayetiyeke bilind hebû, kire armanc û bi maşînê ve teqand.

Li devera Refhê de jî şer berdewam e û êrîşên giran ji her du aliyên Hemas û Artêşa Îsraîlê ve têne kirin ku amara kuştî û birîndaran bi serastî nehatiye zanîn û pêka biryara Îsraîl, heta dawîhatin bi Hemas li devera Refehê, şer li vê deverê de nayê sekinandin.