Spaha pasdaran a terorsî ragihandiye ku hekî kabîneya nû ya rêjîmê geşê bi hinardekirina şoreşa Îslamiya Îranê nede an alîkarîdan bi milîsên ser bi rêjîmê zêde neke, dê qederek wek qedera “Benîsedir” hebe.
Cihgirê siyasî yê spaha pasdaran a terorîst yê bi navê “Yedullah Cewanî” li kombûnekê de li bajarê “Qum”ê bi beşdariya axund û besîcan li derheq encama hilbijartina bê li Îranê, bi aşkere gef xwar û got ku nabe encama vê hilbijartinê bibe sedema bêhêzbûna berya muqawimt(milîsên ser bi rêjîmê) û hekî serkomarê bê bibe pirskirêk, dê rastî qedera hevşêweyê “Benîsedir” bê.
BenîSedir ê yekem serkomarê rêjîmê bi tohmeta îxanet ê ji ser kar hate derexistin û cezayê bidarvekirinê bi ser de hate sepandin ku navbirî ji Îranê revî.
Wî berpirsê terorîst ê rêjîmê, bereya muqawimet anku milîsên ser bi rêjîma Îranê yên wek Hizbullah, Hemas, Hûsî û milîsên din bi alava bihêzbûna rêjîma Îslamiya Îranê binav kirn û huşdarî da ku nabe serkomarê bê, bibe sedema lewazkirina vê bereyê, neku dê rastî qedereke hevşêweyê Benîseir bibe.
Spaha pasdarn bi wî awayî û bi aşkere gef xwariye ku serkomarê bê divê pêka siyaseta spaha pasdaran a terorîst kar bike, ew yeka li halekê de ye ku kesên navê wan ji aliyê rêjîmê ve wek berbijêr bo serkomariya rêjîma Îranê hatine diyarîkirin, her hemî endamê spaha pasdaran a terorîst in.