Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pitir ji 60 penaberan li qiraxava Îtaliya de canê xwe ji dest dan

12:42 - 18 Hezîran 2024

Tirajêdiyaya ku bi serê penaberan tên, dawî pê nayê û li dema ku bi armanca geheştina bi jiyaneke xweş û xelasbûn ji dest zilm û nedadperweriyê, xwe rêkên dijvar û qaçax didin, li rê de rastî dehan bûyerên tirajîk dibin û gelek ji wan canê xwe jî ji dest didin.

Gorî nûçe û raporan Belemekî hilgirê penaberan li nêzî qiraxavên Îtaliya binav bû ku li encamê de 60 penaberên bextreş canê xwe ji dest dan ku gorî zaniyariyan piraniya wan Kurdin.

Pêka raporên belavbûyî û aşkerabûna nasnameya ev kesên ku xendiqîne û ji aliyê polîsê zêrevaniya deryayî a Îtaliya ve termê wan hatine peydakirin, piraniya wan xelkê Kurdistanê ne ku çend rojekan berî niha li qiraxava Bedrom a Turkiyê ve ber bi aliyê avên azad û welatê Îtaliya ve birêkevtibûn.

Polîsê Îtaliya ku 4 rojan piştî binavkevtina wê Belema penaberan geheştiye cihê bûyerê, tenê karîne  10 kes ji penaberan bi silametî peyda bikin, ji 70ê penaberî, 60 jê xendiqîne.