Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerên Meclîsa Nûneran a Amerîkayê daxwaza rêgirîkirin ji firotina nefta Îranê dikin

11:57 - 19 Hezîran 2024

Zêdetir ji 40 nûnerên Meclîsa Nûneran a Amerîkayê daxwaz ji dewleta Amerîkayê kirin ku rêgirî ji firotina neftê ji aliyê rêjîma Îranê bi Çinê bike.

41 nûnerên Maclîsa Nûneran a Amerîkayê bi nivîsandina nameyeke hevpar bo Wezareta Derve û Wezareta Xezînedariya Amerîkayê, tevî îşarekirin bi ticareta neyasayî ya firotina nefta xelkê Îranê ji aliyê rêjîma Îranê bi Çînê ku ji sala 2021 ve heta niha zêdetir ji 100 milyard Dolar dahat bo rêjîmê hebûye, daxwaza rêgirîkirin ji firotina vê neftê kirin.

Ew nivêsê bi birêveberiya “Mayk Lawlêr” ê nûnerê Dêmokrat ê bajarê “New York”ê ku 41 nûnerên Dêmokrat û Komarîxwazên Amerîkayê wajo kirine, bo “Antonî Bilînkin” ê Wezîrê Derve yê Amerîkayê û “Canêt Yêlin” a Wezîra Xezînedariya Amerîkayê, hatine şandin.

Li beşeke vê nivîsê de daxwaz ji dewleta Amerîkayê hatiye kirin ku bi birêvebirina yasaya gemîranî û yasaya dorpêça wize ya Îran û Çînê, yasayên dorpêçkirinê ku li heyva derbasbûyî de li Kongireya Amerîkayê de hate pesendkirinê û li 5ê Banemerê de ji aliyê “Joe Biden” ê Serkomarê Amerîkayê ve hatibû wajokirin, cî bi cî bikin.

Herwisa li vê nameyê de hatiye ku ticareta neyasayî ya nefta rêjîma Îranê derfetê bi vê rêjîmê dide ku xercê milîsên xwe yên terorîst bi berdewamî dabîn bike û seranserê Rojhilata Navîn de naewlehiyê zêdetir bike.

Pêka vê nameyê 80 heta %90 a nefta Îranê ji aliyê Çînê ve tê kirin.

Wan 41 nûnerêûn Meclîsa Nûneran a Amerîkayê bi tekezî gotin: “Me bi eşkere gotiye ku Amerîka divê bi micidî pêngaw bo sekinandina ticareta neftê li navbera rêjîma Îslamiya Îranê û Çînê hilde û vê çavkaniya berçav a dahat bo rêjîma Îranê ji nav bibe. Divê dorpêçên heyî li ser nefta Îranê bi serastî û tundî bêne cîbicîkirin”.