Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Azadkirina Hemîd Nûrî kiryareke hejîner e û rêjîma Îranê hartir dike

12:00 - 19 Hezîran 2024

Saziya Lêbihorîna Navnetewî ragihand ku azadkirina dadyarê berê yê girtîgeha Goherdeştê ku li bidarvekirina hezaran girtiyên siyasî de berpirsyar e, kiryareke hejîner e û rêjîma Îranê biwêrtir dike.

Roja Sêşemî 29ê Cozerdanê , Saziya Lêbihorîna Navnetewî bi belavkirina daxuyaniyekê, veguherîna Hemîd Nûrî digel du barimteyên li destê rêjîma Îranê, derbeke hejîner bi malbat û kesûkarên qurbaniyan ên bidarvekirinên dehika 60an li Îranê, binav kir.

Herwisa vê Saziyê ragihand, kesên ku li pey dadperwerî û rastiyê ne, bi peyama ku veguherîna girtiyan digel berpirsên rêjîma Îslamiya Îranê dişîne, bi naveroka vê ku cinayetên wan bê sizakirin dinîne, sam kirine.

Herwisa vê saziyê, azadkirina Hemîd Nûrî bi zêdekirina “kirîza pasartîman ji siza” li rêjîma Îslamiya Îranê  binav kir û ragihand ku mercên azadkirina Hemîd Nûrî ji aliyê dewleta Swêdê û zivirîna wî bi Îranê, nigeraniyên berê yê vê saziyê li derheq bi barimtegirtina xelkê Swêdê ji aliyê rêjîma Îranê ve bi armanca veguherîna wan digel Hemîd Nûrî, piştrast dike.

Saziya Lêbihorîna Navnetewî, tevî rexnegirtin ji azadiya Hemîd Nûrî bi tekezî ragihand ku hem berpirsên rêjîma Îslamiya Îranê bo encamdana cinayetên zêdetir li jêr yasayên navnetewî yên wek “Barimtegirtin bê tirsîn ji paşhatên vê” biwêrtir dike û hem mafê destpêregihîştin bi dadperweriyê lawaz dike.

Rêjîma Îranê ji destpêka hatineserkar a xwe, dest bi barimtegirtina xelkê welatên biyanî bi taybet Amerîka û Ewropayê kiriye û cehd kiriye bi vê yekê givaşê bixe li ser biryardan an azadkirina terorîstên xwe yên binçavkirî li wan welatan de.

Azadkirina Hemîd Nûrî, yê bikujê hezaran kes ji xelkê Îranê, rêjîma Îslamiya Îranê bo kuştin, binçavkirin îşkencekirinên hovane, serkut û encamdana cinayet li dijî mirovahiyê û barimtegirtina kesên biyanî, hartir dike.