Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Axaftinên 2 berbijêrên serkomariya rêjîmê çewt û xapîner in

11:51 - 3 Tîrmeh (Temûz) 2024

Şanoya gengeçekirina 2 berbijêrên rêjîmê bo serkomariya rêjîma Îslamiya Îranê anku “Seîd Celîli û Mesûd Pizişkiyan”, tevî ku îdiayên çewt û bê binyat li xwe digrin, hewla ji rêderxistin û xapandina xelkê didin.

Pêka raporekê ku malpera “Fekt Name”yê belav kiriye, îdiayên her 2 berbijêrên serkomariya rêjîmê ku li beranmeya şevê ya Sêşemî 12ê Pûşperê belav bibû, bi tevahî nerast û xapîner bûne, ew yeka li halekê de ye ku rêjîma Îranê li hember îradeya baykotkirina şanoya hilbijartinê ji aliyê xelkê ve rastî, şikesteke mezin û şerşorane hat.

Pêka rapora vê malperê, îdiayên “Seîd Celîlî” li derheq geşeya aborî “nerînî, sifir û nêvinciya %0.7 a Îranê” li 8 sal serkomariya Hesen Rohanî de bi çewt binav kir û ragihand ku geşeya aborî li Îranê li salên 1397-98ê de nerênî bûye û li sala 1394ê de jî sifir bûye.

Herwisa vê malperê li derheq îdiayên “Seîd Celîli” li derheq geşeya aborî û sermayedanîna biyanî li Îranê û nexdînigî bi tevahî bi çewt derxistine .

Li derheq Îdiayên Mesûd Pizîşkiyan li derheq yarane, girêdana tundrewan bi taqîmekê, amarên enfilasiyênê û çendîn îdiayên din bi tevahî bi çewt derxistine.

Rêjîma Îranê bo qerebûkirina şikesta xwe li hember îradeya xelkê Îranê bi şanoyeke nû û gotinên çewt û îdiayên rengareng û dariştina pîlanan bo xapandin, ji rêderxistin û rakêşana xelkê Îranê bo ser sendûqên dengdanê ya dora duyê ya şanoya serkomariya rêjîmê, hemû hewl û cehdekê dike û berbijêrên rêjîmê bo serkomariyê xwe ji ti çewtekarî û xapandinekê, naparêzin.