Girtiyekî siyasiyê Kurd ê li girtîgeha rêjîmê li bajarê Nexdê de, piştî evê ku bo mirexesiyê li girtîgehê derkevtibû, li mala xwe de bi xwarina jehrê, hewla xwekujiyê da.
Pêka rapora Kurdpayê, “Îsa Îbrahîmzade” xelkê gundê “Dê Şems”ê ser bi bajarê Şinoyê, bi sedema vê yekê ku navendên ewlehî û berpirsên girtîgehê, digel daxwaziya wî bo demdirêjkirina heyama mirexzesiya wî bo pêregihîstin bi karê werzêriya malbata wî, dijayetî kirine, bi rêya xwarina jehrê, hewla xwekujiyê daye.
Îsa Îbrahîmzade, werzêr û serperestê mala xwe ye û bi berçavgirtina vê yekê ku demsala komkirina berhemên werzêriyê ye, daxwaza demdirêjkirina mirexesiya xwe kiriye.
Pêka rapora Kurdpayê, Ew girtiyê siyasî bo nexweşxanê hatiye veguhastin û heta niha jî li nexweşxaneyê de ye.
Navbirî li 30ê Xezelwera 1401 a Rojî ji aliyê hêzên ewlehiya rêjîmê ve hatibû binçavkirin û piştî 2 heyv lêkolîn û lêpisrinê li girtîgehên rêjîmê li bajarê Şino û Urmiyê, li 22ê Befranbara 1401 a rojî, bi danîna barimteya 500 milyon Tumenî û bi awayê demkî hate azadkirin.
Navbirî li 3ê Reşemeya 1401 a Rojî li dadgeha inqilab a rêjîmê li bajarê Şinoyê bi tohmeta “Beşdarî li xwenîşandanên nerizayetî, teblîxat li dijî rêjîmê û pêywendî digel yek ji Hizbên siyasiye Kurdistanî ên dijberî rêjîma Îranê” 5 sal girtîgeh bi ser de hatibû sepandin.