Dengbêjê stranên dîwanî, “Qadir Sofiyanî”yê xelkê gundê Sofyanê li devera Somayê ser bi bajarê Urmiyê bi sedema sekinîna dil li bajarê Urmiyê li temenê 84 saliyê de koça dawiyê kir.
Roja Şemî 30ê Pûşperê Hunermendê dengbêj Qadir Sofiyanî ku bi deng û sitranên xwe yên dîwanî bal gelê xwe hatibû naskirin, li temenê 84 saliyê, bi sedema sekinîna dil li nexweşxaneya bajarê Urmiyê de koça dawiyê kir. Navbirî çendîn stranên hemasî jî strandine ku yek ji wan strana şehîd “Niho” ye.
Herwisa navbirî gelek stranên dîwanî strandine û kesekî xoşewistê xelkê deverê bû. Navbirî li temenê 16 saliya xwe de dest bi stranbêjiyê kir û li temenê 17 saliyê de bi xwe helbestên stranan nivîsandin û piştre strandin.
Navbirî zêdetir ji 60 sal jiyana xwe ya hunerî de rastî astengiyan û dijwariyên jiyanê hat lê her li starngotinên xwe de berdewam bû.
Navbirî gazinde ji civakê dikir ku piştevanî ji hunermend û stranbêjên xwe nakin û gelek caran wan ji bîr dikin û wan bi tenê dihêlin û ew yeka xemek giran li ser dilê wî bû.
Xwedêjêrazî Qadir Sofiyanî heta dawiya jiyana xwe li ser starngotinê berdewam bû û tevî hemû dijwariyên jiyanê, dest ji keda xwe berneda.
Qadir Sofiyanê roja Şemiyê 30ê Pûşperê li temê 84 saliyê de bi sedema sekinîna dil koça dawiyê kir, lê wî hunermendê gel dehan berhem û stranên hemasî, netewî, û êş û elem û bindestiya gelê xwe, astengiyên di nava civakê de, evîndar û mêrxwasî tomar kirine û bo Kurd û Kurdistanê bi cî hêlan û ev jî dibe sedem ku nav û yad û keda wî bo heta heta di nava gelê wî de bi qedirgiranî bimîne.
Riha wî şad û bila serê gelê me û malbata wî sax be.