Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê êrîş kire ser bajarê Qiraxavî ya Hedîde li Yemenê

11:45 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2024

Artêşa Îsraîl bajarê qiraxavî ya “Hedîde” ku navend û enbara çek û cebilxaneya rêjîma Îranê bo Hûsiyên Yemenê ye kire armanc û teqandin, lê ti amarek li xisarên canî yên vê êrîşê belav nebûne.

Artêşa Îsraîl li bersiva êrîşa Hûsiyên Yemenê bo ser Îsraîl, bi rêya balafirên şerker, binke û navendên Hûsiyan û enbarên çek û cebilxaneya rêjîma Îranê li bajarê qiraxavî ya Hedîde, bi wayekî giran bomparan û mûşekbaran kirin û teqandin.

Li vê derheqê de Serokwezîrê Îsraîl “Binyamîn Netanyaho” ragihand ku bajarê qiraxaviya Hedîde ku bûye armanca balafirên Îsraîlê, cihê hatina cebilxaneya rêjîma Îslamiya Îranê bo Hûsiyên Yemenê ye.

Herwisa navbirî rû bi dujminên Îsraîl ragihand ku ti cihek li ti mewdayek bo Îsraîl dûr nayê hisêb.

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku çendîn armanc li mewdaya hezar û 800 kîlomertiya Îsraîlê li bajarê Hedîde li Yemenê kirine armanc û ji nav birine.

Herwisa Artêşa Îsraîlê ragihand ku balafirên şerker ên Îsraîlê, enbareke çek û cebilxaneya Hizbullahê li bajarê “Edelûn”ê li başûrê Lubnanê, kirine armanc û teqandine ku ew yeka bûye sedema zincîreyek ji teqînan li vê enbarê û dengê wan teqînên mezin li seranserê deverê de hatiye bihîstin.

Li derheq xisarên canî yê vê êrîşê ti zanyariyek hêj belav nebûye.