Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji 4 kombûnên nerizayetî li 30ê Pûşperê li Kurdistan û Îranê de bi rê ve çon

11:47 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2024

Hejmarek ji kadrên Dermanî li parzêgeha Îlamê, hejmarek ji werzêran li parêzgeha Xûzistanê, hejmreke zêde ji pêşkirên maşînan û herwisa mangirtina 24 hezar kedkarên pîşeya neft û gazê her berdewam e.

Roja Şemî 30ê Pûşperê, li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Îlamê, hejmarek ji kadrên dermanî yê nexweşxaneyan bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember, heqdesta kêm, karê zêde û herwisa pêrenigehîştina berpirsan bi rewşa jiyan û karê wan,li rûberûyê parêzgariya rêjîmê li bajarê Îlamê de kombûna nerizayteiyê lidar xistin.

Herwisa li 30ê Pûşperê, hejmarek ji werzêrên bajarê “Endîmişk”ê ser bi parêzgeha Xûzistanê, bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember nedana dirafê genimê xwe ji 3 heyvan berî niha ve ji aliyê navendên pêywendîdar, kombûna nerizayetiyê li rûberûyê fermandariya rêjîmê li bajarê Endîmişkê de lidar xistin û ragihandin ku çendîn heyv e, dirafê genimêl wan nedanê û berpirsên pêywendîdar bi tenê sozên direvîn didin.

Herwisa kombûna nerizayetiya pêşkirên maşînan ên kompaniya “Modîran Xodro” berdewam e û wan pêşkiran li rûberûyê bînaya wezareta “Pîşe, Kangeh û Ticaret” a rêjîmê li bajarê Têhranê kombûna nerizayetiyê berdewam kirin.

Kokmbûna nerizayetî ya 24 hezar kedkarên porojeyên girêbestî yên pîşeya neft  û gaz a kompaniya “Neft û Gaza Cinûb” li roja Şemiyê de jî berdewam bû û wan kedkaran ji karkirinê xwe parastine û karê wan sekiniye.