Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li girtîgeha Adilabad a rêjîmê li bajarê Şîrazê de 4 kes hatine bidarvekirin

11:50 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2024

Rêjîma Îranê 3 mêr û jinek li girtîgeha Adilabad a rêjîmê li bajarê Şîrazê de ku li 4 dosyeyên cuda de sizayê bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin, li roja Şemî 30ê Pûşperê bidar vekirin.

Pêka rapora Kempêyna Berevanî li Girtiyên Siyasî û Medenî, roja Şemî 30ê Pûşperê, 3 mêr û jinek ku li 4 dosyeyên cuda de sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin li demjimêrên sibêdehê li girtîgeha Adilabad a rêjîmê li bajarê şîrazê de sizaya sepandî bi ser wan de hate birêvebirin.

Pêka vê raporê Jinek bi nasnavê “Memûdîniya” ku navê wê nehatiye zanîn, bi tohmeta kuştina bi zanebûn, “Mensûr Tevekulî” û “Hamid Şikeste” bi tawana kuştina bizanebû û kesekî din ê bi navê “Muhsin Ustowarî” bi tohmeta destdirêjî, ji aliyê dadgeha rêjîmê ve sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibûne sepandin ku ew sizayane bi rê ve çon.

Heta niha berpirsên pêwendîdar û ragihandinên rêjîmê, bidarvekirina wan 4 kesan belav nekirine.