Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Joe Biden” ji berbijêriya xwe bo hilbijartina Serkoariya Amerîkayê vekêşiya

10:49 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2024

Serkomarê Amerîka “Joe Biden” bi belavkirina daxuyaniyekê, paşvekêşana xwe bo berbijêriya 47emîn Serkomarî ya Amerîkayê ragihand.

Roja Yekşemî 31ê Pûşperê, “Joe Biden” ê Serkomarê Amerîka û berbijêrê Partiya Dêmokrat a Amerîkayê bo hilbijartina Serkomariya nû ya Amerîkayê, bi belavkirina daxuyaniyekê, paşvekêşana xwe ji berbijêriya Serkomarî ya Amerîkayê ragihand.

Li helekê de ku hejmarek ji senatorên Dêmokrat ên Senaya Amerîkayê rexne ji “Joe Biden” ê Serkomarê Amerîkayê girtibûn, navbirî îdia dikir ku baştirîn rikeber bo Donald Trump li hilbijartina 47emîn Serkomarê Amerîkayê ye, lê nabvbirî li dawiyê de ragihand ku xwe bo Serkomariya Amerîkayê berbijêr nake.

Hejamrek ji piştevanên Joe Biden ên wek “Adam Schiff” ê serokê Demokratan li Komîteya Ewlehî ya Meclîsa Nûneran a Amerîka û "George Clooney” ê şanokarê binavbang ê Amerîka û cîhanê, pêştir daxwaza paşvekîşana wî ji berbijêriya serkomariyê kiribûn.

Joe Biden, tevî ragihandina paşekêşî ji berbijêriya serkomariyê, piştevaniya xwe ji “Kamala Harris” a cihgira xwe, da xuya.

“Chuck Schumer” ê serokê piraniya Dêmokratan li Meclîsa Sena ya Amerîkayê, li derheq vê biryara “Joê Biden” ragihand: “Ew welatparêzekî rastîn û Amerîkayiyeke cihê heyrîmanê ye”.

Li vê derheqê de Donald Trump ragihandiye ku Serkomarê Amerîkayê “Joe Biden” şiyana bi rêveberiya Serkomariya Amerîkayê nine û berê jî ew şiyan nebû”.