Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kanada dixwaze 5 Îraniyên ku pileyên bilind li rêjîma Îranê hebûne ji Kanadayê derxîne

12:19 - 3 Tîrmeh (Temûz) 2024

Kanadayê ku li vê dawiyê de spaha pasdaran a teroîst  bi awayekî fermî wek rêkxiraveke terîstî binav kir dixwaze 5 Îraniyên niştecî li Kanadayê ku piledarên rêjîma îslamiya Îranê bûne, ji wî welatî derxîne.

Pêka raporên navxweyî yên Kanadayê, Îdareya Koçberan a Kanadayê, 5 kes ku pileyên bilind li rêjîma Îslamiya Îranê de hebûne û niha nişteciyê welatê Kanadayê ne, ji wî welatî derxîne û hevdem Ajansa Xizmetkariyên Sînorî ya Kanadayê, daxwaz ji Heyeta Birêveberiya Îdareya Koçberan û Penaberan a Kanadayê kiriye ku kombûnên pêregihîştin bi daxwaziya derxistina wan 5 piledarên rêjîma Îslamiya Îranê, bi rê ve bibe.

Pêka gotina Ajansa Xizmetkariyên Sînorî ya Kanadayê, ev daxwaziya li çarçoveya dorpêçkirina erêkirî li sala 2022 de ye ku dehan hezar perpirsên payebilind ên rêjîma Îslamiya Îranê ên wek hêzên spaha pasdaran e ku hatina wan bo Kanadayê hatiye qedexekirin.

Li tevgera “Jin Jiyan Aazadî”yê de, Kanadayê li hewlên micid de nêzî 10 hezar kes ji endamên spaha pasdaran a terorîst li lîstê dorpêçan de tomar kirin û li vê dawiyê de spaha pasdaran bi fermî wek rêkxiraveke terorîstî tomar kir û herwisa 2 kesên ser bi rêjîma Îranê yên bi navên “Mecîd Îranmeniş û Selman Samanî” ku pileyên bilind li rêjîma Îslamiya Îranê de hebûn ji kanadayê derxistin.

Navê wan 5 kesan heta niha nehatine belavkirin.