Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê 4 kes li girtîgeha Qizilhisarê de bidarvekirin

10:52 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2024

Rêjîma Îranê cezayê bidarvekirina 4 kesan bi tohmetên pêywendîdar bi madên hişber li 31ê Pûşperê li girtîgeha Qizilhisar a rêjîmê li bajarê Kerecê de cî bi cî kirin.

Pêka rapora “HRANA”yê sibêdeha roja Yekşemî 31ê Pûşperê, 4 kesên ku bi tohmetên pêywendîdar bi madên hişber ji aliyê dadgeha rêjîmê ve sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin, li girtîgeha Qizilhisar a rêjîmê li bajarê Kerecê de hate cibicîkirin.

“HRANA”yê navê wan bidarvekiriyan wiha belav kiriye: “Dawûd Berehûyî, Seîd Mihemedpûr, Mehdî Elîekberî” û herwisa kesekî ê xelkê Efxanistanê bûye ku nav û nasnavê wî nehatiye zanîn.

Li vê derheqê de, li girtîgeha Adilabad a bajarê Şîrazê de Jinek a bi  nasnavê “Mehmûdîniya” ku navê wê nehatiye zanîn, bi tohmeta kuştina bi zanebûn, “Mensûr Tevekulî” û “Hamid Şikeste” bi tawana kuştina bizanebûn û kesekî din ê bi navê “Muhsin Ustowarî” bi tohmeta destdirêjî, ji aliyê dadgeha rêjîmê ve sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibûne sepandin,li roja Şemî 30ê Pûşperê ew sizayane bi rê ve çon.