Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bajarvaniya rêjîmê li Selmasê, bêrêzî bi destfiroşên ser şeqaman dikin

11:20 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2024

Li halekê de ku xelkê hejar bo peydakirina pariyeke nanê helal rastî gelek dijwariyan tên, karbidestên bajarvaniya bajarê Selmasê bi awayekî hovane êrîş kirine ser destfiroşekî û berhemên wî jinav birin.

Pêka rapor û girtevîdyoyên belavbûyî, karbidestên bajarvaniya rêjîmê li bajarê Selmasê bi êrîşkirin bi ser destfiroşekî ku berhemên werzêrî difirotin, hemû berhemên wî rijandine ser erdê û jinav birine, ew yeka li halalekê de ye ku xelkê hejar ê wî bajarî, bo peydakirina nanê helal rastî gelek dijwariyan tên û rêjîma Îranê ti bernameyek bo baştirkirina rewşa jiyana xelkê nîne.

Karbidestên bajarvaniya rêjîmê li bajarê Selmasê, bilî jinavbirina berhemên wî welatiyî, bi awayekî hovane digel wî reftar kirine û gelek bêrêzî jî bi wî kesî kirine.

Piraniya xelkê bajarê Selmasê ji qata hejar in û rêjîma Îranê di cihê dabînkirina jiyaneke bi rûmet bo xelkê, rêgirî ji karê wan bo peydakirina pariyeke nanê helal dike.