Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara 474an a rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin

19:01 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2024

Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de, helwêstên Hizba Dêmokrat û gotarên nivîskar û xebatkaran û nûçeyên mafê mirovî û mijarên cuda cuda hatine weşandin ku mijar û gotarên vê hejmara Agirî wiha ne:

Manşêta 474 emîn hejmara Agirî, Daxuyaniya Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta derbasbûna 35 salan bi ser terorkirina Dr. Qasimlo ye.

Rûpela 2 a hejmara nû a Agirî hatiye terxankirin bo doma daxuyaniya Navenda Birêveberiya Hizba Dêmokarat bi hilkefta derbasbûna 35 salan bi ser terorkirina Dr. Qasimlo.

Rûpela 3 a vê hejmara Agirî de gotarek li jêr navê “Qasimlo: Rêberek demokrat û dijî olîgrşizmê” ji nivîsa Elî Munezemî dikeve ber çavê xwendevanên hêja.

Rûpelên 4 û 5 a 474 emîn hejmara rojnameya Agirî hatine terxankirin bo gotareê li jêr navê “Stêrkek li esmanê tarî” ji nivîsa Dr. Mecîd Heqî.  

Rûpela 6 ê de gotara “Dr. Qasimlo mamosteyê gelê xwe” ji nivsîna Hişmend Şêxo.

Rûpela 7an a 474 emîn hejmara Agirî de gotara “Helbestên Pûşperê” ji vehûnandina Eskender Ceiferî.

Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî tête dîtin.

Rûpela 8 ê a 474 emîn hejmara Agirî hatiye terxankirin bo  “Serpêhatiya Rewşena Kurd ji rojavayê kurdistanê” ji nivîsa Sumeye Mêrxas.

Rûpela 9 ê de beşa dawî a gotara “MIJARA QURBANÎKIRINÊ” ji nivîsa Hesen Herranî dikeve berçav.

Rûpela 10 ê a 474 emîn hejmara rojnameya Agirî hatiye terxankirin bo gotarekê li jêr nave “Tabloya azadiyê”  ji nivîsa Vênûs Fayîq û Wergêrana Hesen Mukerem.

Rûpela 11 ê de çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rêjîma Îranê li Kurdistan û Îranê de hatine weşandin.

Rûpela 12ê anku dawî rûpela hejmara nû a Rojnama Agirî, vê carê dîsan hatiye terxankirin bo postêrekê li derheq 94 emîn salvegera şehîdbûna rêberê navdar yê tevgêra rizgarîxwaziya Kurd û babê nasyonalîma Kurd “Simkoyê Şikak” . postêr bi keda Serbest Urmiye hatiye dîzayînkirin û kêşan.

Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin û weşandin.

Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.