Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema bûyerên kar 3 kedkaran canê xwe ji dest da

11:56 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2024

Li çend rojên dawî yên heyva Pêşperê de, bi sedema nebûna ewlehiya kedkaran li cihê karkirinê û herwisa xemsariya birêveberên cihê kar, li bajarên ““Sine, Îsfehan û Durûd”ê de 7 kedkar rastî bûyerên kar hatin ku 3 ji wan kesan canê xwe ji dest dane û 4 kes jî birîndar bûne.

Pêka raporên belavbûyî, kedkarekî bînasazî yê bi navê “Foad Nasirî” yê xelkê bajarê Sinê ku bavê zarokekî ye, roja Yekşemî 31ê Pûşperê, li dema karkirinê de li taxa “Adawle”yê li bajarê Sinê, rastî berqgirtinê hat û canê xwe ji dest da.

Herwisa roja Înê 29ê Pûpşperê, 5 kedkar li gundê “Yûsifabad”ê ser bi bajarê “Durûd”ê li parêzgeha Luristanê, li dema radana bîreke 6 metrî de rastî gazgirtinê hatin û jehrî bûne ku 2 kes ji wan kedkaran canê xwe ji dest dan û 3 kedkarên din jî bo nexweşxaneyê hatine veguhastin.

Herwisa li 1ê heyva Gelawêjê de jî kedkarekî xelkê bajarê Îsfehanê li dema teqîna enbara kepsûlên 11 kîloyê yên gazê li şeqama “Kişawerz” a wî bajarî, rastî şewatê hat ku bo çareseriya pizişkî bo navendên dermanî hatiye veguhastin.

Nebûna alavên hewce yên kedkaran, berçavnegirtina yasayên cihê karkirinê ji aliyê xwediyên kar û herwisa xemsariya navendên pêywendîdar bi ewlehiya kar a kedkaran, bûne sedem ku kedkar rastî bûyerên kar bên.