Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cawîd Rehman: “Tepeseriyên dehika 60an, qirkirin û cinayet li dijî mirovahiyê bû”

11:58 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2024

Raportêrê taybet ê Saziya Netewên Yekgirtî li Karûbarên Mafê Mirovî li Îranê, kiryarên rêjîma Îslamiya Îranê li dijî girtiyên siaysî û bawirmendê ola Behayî, “qirkirin û cinayet li dijî mirovahiyê” binav kir.

Roja Duşemî 1ê Gelawêjê, “Cawîd Rehman” ê Raportêrê Taybet ê Saziya Netewên Yekgirtî li karûbarên mafê Mirovî li Îranê, dawî rapora karê xwe li derheq kiryarên jêjîma Îslamiya Îranê li dijî hevwelatiyên Îranê yên dijber li salên 1360 û 1367, belav kir.

Li vê raporê de Cawîd Rehman îşare bi bidarvekirinên xoseraneyên neyasayî û bê berçavgirtina tî yasayekê ya dehika 60an, li bidarvekirina hezaran kes ji dijberên siyasî, nîşaneyek ji cinayet li dijî mirovahiyê bi rêya îşkence, azardan û bêserûşûnkirina bi zorê kiriye û ew bi cinayetên hovane binav kiriye ku hovanetirîn û berçavtirîn mînakên binpêkirina mafê mirov in, ku berpirsên payebilind ên rêjîma Îranê li dijî xelkê xwe kirine.

Herwisa navbirî bi tekezî daxwaz kiriye ku nabe rêjîma Îslamiya Îranê û rêberên vê ji paşhatên cinayetên xwe parastî bin û kempêyna li dijî Behayiyan ku ji destpêka şoreşa sala 1357 ve dest pêkiriye bi armanca jinavbirin û qirkirina Behayiyan e ku heta niha jî berdewam e.