Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li 1ê Gelawêjê, zêdetir ji 17 kombûnên nerizayetî li Kurdistan û Îranê, bi rê ve çon

12:03 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2024

Li çendîn bajarên Rojhilatê Kuristanê û Îranên ên wek Urmiye, Kirmaşan, Sine, Xuremabad, Şehrê Kurd, Îsfehan, Tewrêz, Têhran, Zencan û çend bajarên din, kombûnên nerizayetî bi rê ve çon.

Roja Dûşemî 1ê heyva Gelawêjê, malnişînkiriyên Muxabirata Îranê li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê ên wek Urmiye, Kirmaşan, Sine û herwisa bajarê Xuremabad li Luristanê û çendîn bjarên din ên Îranê ên wek Erdebêl, Tewrêz, Benderebas, Îsfehan, Têhran, Reşt, Zencan, Sarî, Şehrê Kurd û çend bajarên din de kombûnên nerizayetî lidar xistin.

Herwisa kombûna nerizayetî ya 24 hezar kedkarên projeyên girêbestî, berdewam bû û karmendên kompaniya “Neft û Gaza Axacarî” li vê rojî de jî kombûna xwe ya nertizayetiyê, berdewam kirin.

Li bajarê Têhranê de jî, hejmarek ji mamostayên “Nêhzeta Sewadamûzî” li rûberûyê wezareta perwerde û hînkariya rêjîmê li bajarê Têhranê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.