Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

welatiyekî Kurd li bajarê Nexedê ji aliyê rêjîma Îranê ve hate binçavkirin

12:06 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2024

Ciwanekî Kurd ê xelkê bajarê Nexedê, ji aliyê hêzên hov ên îtilaata rêjîmê ve li bajarê Nexwdê de hate binçavkirin û bo ciheke nexuya hate veguhastin.

Pêka rapora ajansa “Kurdpay”yê, roja Dûşemî 1ê Gelawêjê, Ciwanekî Kurd ê xelkê bajarê Nexedê yê bi navê “Ramîn Zile” yê kurê “Kemal, ji aliyê hêzên ewlehî yên rêjîmê ve li bajarê Nexdê de hate binçavkirin û bo ciheke nexuya hate veguhastin.

Pêka rapora “Kurdpa”yê, hêzên îtilaata rêjîmê, bê hebûna belgeya yasayî, êrîş kirine ser mala wî welatiyê Kurd li bajarê Nexedê û ew binçav kirine û digel xwe birîne.

Heta belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sedema binçavkirin, tohmetên sepandî bo ser “Ramîn Zile” û cihê ragirtina wî li ber dest nîne.