Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê sizaya girtîgehê bi ser Berdevkê Sendîkaya Mamostayan de sepand

12:08 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2024

Dezgeha dad a rêjîmê bi hêceta vê yekê ku Berdevkê sendîkaya Mamostayan nerizayetiya xwe li hember jehrîkirina xwendevanan dabû xuya, sizayê girtîgehê bi ser de sepand.

Roja Duşemî 1ê Gelawêjê, taya 2 a dadgeha înqilab a rêjîmê  li bajarê Şehriyar ser bi bajarê Têhranê, 6 sal û rojek girtîgeh bi ser “Mihemed Hebîbî” Berdevkê Sendîkaya Mamostayan de sepand ku nerizayetiya xwe li hember jehrîkirina xwendvanan bi taybet keçên xwendevan, nîşan dabû.

Jehrîkirina bi zanebûn a xwendevanan bi taybet li xwendigehên keçan de ji sala 1401 a rojî ve dest pêkir û heta çendîn heyvan berdewam bû û canê hezaran xwendevanî xiste metirsiyê, pêka gotina hinek çavkaniyan, rêjîma Îranê bi jehrîkirina keçan dixwest tola beşdariya keçan li şoreşa Jînayê de ji keçan hilde.

Navendên ewlehî û dezgeha dad a rêjîmê heta heyamekê înkara vê jehrîkirinê dikirin û heta dawiyê jî îtiraf bi jehrîkirina bi zanebûn e xwendekaran nekir û ti kesek jî bi sedema encamdana wan cinayetan siza nekir û li hember de  kesên wek Mihemed Hebîbî ku nerizayetiya xwe li vê derheqê nîşan didan, binçav dikirin û siza bi ser wan de disepand.