Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê dest bi ser mobayla zarokekî kêmtemen de girt

12:13 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2024

Hêzên îtilaata rêjîmê dest bi ser mobaylên malbata girtiyekî siyasî de girtin û heta mobayla kurê wî yê kêmtemen jî dest bi ser de hatiye girtin.

Li wan çend rojên derbasbûyî de malbata “Îsa Îbrahîmzade” ê xelkê gundê “Dê Şems”ê ser bi bajarê Şinoyê ku girtiyekî siyasî û çalakvanê kedkariyê ye, bi armanca daxwaziya azadkirina wî li ber deriyê îdareya Îtilaat a rêjîmê li bajarê Şinoyê de kom dibûn, roja derbasbûyî, hêzên hov ên îtilaata rêjîmê li ber deriyê vê îdareyê, dest bi ser mobaylên vê malbatê de girtine û heta mobayla kurê wî yê ku temenê wî kêmtir ji 10 saliyê ye jî dest bi ser de hatiye girtine.

Pêka raporên belavbûyî, piştî gefxwarin û givaşxistina hêzên îtilaata rêjîmê bo ser vê malbatê, wan hêzan dest bi ser mobaylên dayîk, hevjîn û kurê Îsa Îbrahîmzade ê bi navê “Arwîn Îbrahîmzade” ku zarokekî temen biçûk e, de jî girtine.

Îsa Îbrahîmzade li 3ê Reşemeya 1401 a Rojî li dadgeha inqilab a rêjîmê li bajarê Şinoyê de bi tohmeta “Beşdarî li xwenîşandanên nerizayetî, teblîx li dijî rêjîmê û pêywendî digel yek ji Hizbên Kurdistanî yên dijberî rêjîma Îranê” 5 sal girtîgeh bi ser de hatibû sepandin.